Ads[no]

Ads[no]

12 Şubat 2017

Di Netewebûn û Dewletbûnê de Hêza Mermaltiyê

Li gorî min di warê netewebûn û dewletbûnê de hêza mermaltiyê [eqrebe] gelek giring e. Ji ber vê yekê ez dê vê mijarê di bin sê xalan de binirxîn im:

1- Di Netewebûnê de Hêza Mermaltiyê.
2- Di Netewebûnê de Hêza Mermaltiyê li Gorî Pîvanên Xwedaî.
3- Di Netewebûnê de Hêza Mermaltiyê û Serpêhatiyên Dîrokî

Di Netewebûnê de Hêza Mermaltiyê

Esebiyet-mermaltî: Hesta pişta hevûdugirtin-alîkirin a kesên ji yek ezbetê ye, an ji sedemek din, (mîna wekhevbûna baweriyê-dîn) nêzîkbûn û bi hev re tevgerîna li himberî dijberan e. Ev hest bi dirêjbûna demê, eşîr, nijad û paşê jî neteweyê diafirîne…

Ez, bi salan li bersiva çimaya 'fikra ji hêla serdestan ve dihat pozber kirin ku; timamê kesên li Tirkî dijîn tirk, ên li Iraqê û Sûriye dijîn ereb û ên li Îranê dijîn ecem/faris in', difikirîm. Digeriyam û nedigeriyam, min tu bersiv nedidît.

Ta ku li danasîna Ibn. Xeldûn ya mermaltiyê rast hatim. Ibn. Xeldûn, mermaltiyê wiha dide nasîn: “Mermaltî, di mana herî teng de; şuûra civakî ku tekoşîna helwesta parastin û êrîşê pêkan dike.”  Ibn. Xeldûn, di beşa mermaltiyê de mermaltiyê wek grûbek ku ji rehên nijadî an erdnîgarî, siyasî an dînî afirandî ve dide girêdan… Ji ber vê yekê jî Ibn Xeldûn, mermaltiyê rasterast ji taybetmendiyên mirovî ên fitrî û enerjiya girseyî a ji grûbên herî biçûk heta dewletên herî mezin di avabûn, geşedan û hilweşîna wan de xwedî rol e, dibîne û dixirxîne.

Ji bîrewerên îslamê ê cara yekem bi rêbazeke camidî û zanistî têgîna esebiyetê- mermaltiyê hûrnêrîn-lêkolîn kiriye, di ravekirina felsefeya dîrokê û dewletê de ev têgîn bi giranî bikaraniye, Ibn Xeldûn e. Xeldûn, danesîna têgîna mermaltiyê li gorî felsefeya wî çi wateyê dihundirîne bi vebirîtî nedaye. Ji ber vê yekê jî hin lêkolîner pêşberkirine ku têgîna mermaltiyê di Mûqedîmeyê de ji têgînên mîna giyanê piştgiriyê, giyanê civatê, hesta grûbî, êlîtî/ezbetî, pêwendiya xwînê, piştgiriya civakî yek an çendekan vedibêje…

Di gel vê, Ibn Xeldûn, mermaltiyê di wateya teng de li gorî têkoşîna bi mebesta parastin [mudafaa] an êrîşê [mutâlebe] dinirxîne û dibêje: “çawa ku erênî û neyîniyên mîna hêrs, xişm, bah ûhwd. timamê behremendiyên biyolojîk û derûnî heye, her wiha erênî û neyîniyên esebiyet- mermaltiyê jî heye… Li gorî vê yekê ew mermaltiya ku cenabê Pêxember zem kiriye, ew mermaltiya cahilî ku bi kiryarên çewt û bêdadî derdikeve holê ye. Himberî vê ango berovaciyê vê hêlê, mermaltiya tê xwestin-daxwazkirin ew mermaltiya di xizmeta maf û bi cihanîna emrê Xweda were bikaranîn e. Dema ji vê mebest û helwestê bidûrkeve jî hildiweşe.”

Li gorî Ibn Xeldûn mermaltî, ew hesta xwezaî ku bi awayê herî destpêkî, di xwezaya mirovan de lihimberhatina-derketina zilm û dijmanintiyê û dîsa bi heman hesta xwezaî hesta arihîn-liberketin ku parastin, alîkirin û li pişt hev derketina nêzîkan- mermaltiyê diafirîn e.”
Wek encam Ibn Xeldûn, mermaltiyê di nava wan kesên bi van rehên bingehî bi hev re girêdayibin de, çêdike; yekîneyên ji sedema rehên nijadî an erdnîgarî, siyasî an dînî tevbigerin û li dor yek giyanî bicivin, mermalên hev in.

“Bi rastî ew mermaltiya ji yekbavikiyê, bi gotineke din ji nêzîkbûneke lebatî ve pêk tê, lewre jî bi asta herî pêjde di civakên hov [bedewî.] de tê dîtin. Li gorî asta cihgirtina civakan di jiyana niştecihî û şaristanî-medenî [hederî.] de cih bigre, lawaz dibe… Çimkî di wê rewşê-halî de, ji holê rabûna homojentiya di navbera mermalên-nesebên cûrbecûr de, dê ji hêla neyînî ve bendorê li yekbavikiyê bike. Her wiha mermaltiya herî xurt, di navbera mermalên herî nêzî hev [en-nesebu'l-xâssa.] de ye û bi belavbûna li mirovên dûr, lawaz dibe.”

Ibn. Xeldûn, li ser binemal-xanedan, qebîle û neteweyên li xak-welatên di bin serweriya çand û şaristaniya îslamê de, ên heta dema xwe dahûrîn û vekolînên camidî kiriye. Ibn Xeldûn di encama van dahûrîn û vekolînên camidî de gihaştiye darazê ku ji jiyana hovane heta jiyana şaristanî, ji yekîne û cerd-hevgirtinên malbatî, êlî, qebîleyî, heta avabûna dewletan, di dema serweriya hêzî heta derbasbûna serweriya pergala dadmendî, di her gihanekê de esebiyetê- mermaltiyê rola bingehîn lîstiye.

Heta Ibn. Xeldûn li ser dîtina ku piştî avakirina wê dewleta navborî jî pêwistiya bi erka mermaltiyê heye ye. Serwer an xanedan ji bo parastin û bi hêztir kirina rûmeta xwe ya sîyasî [mecd] mecbûr e ku mermaltiyê-esebiyetê geş bike-bihêle. An na esebiyeta-mermaltiya grûbeke din ku her tim pûsiyê de ye, dema pê bihese ku hêz ketiye hêla wê, dê bikaribe serweriyê bixe destê xwe.
Misoger e ku felsefeya Ibn. Xeldûn a dîrok û dewletê bi vê şêwazê xwe dispêre diyalektîka mermaltiyê.

Jixwe li gorî wî, “ji bo serkeftina her fikr û baweriya nû di xwerista mirovên dijber de (ango ew helwestên neyînî ku di xwerista mirovan de li himber fikr û baweriya nû heye), da bixe bin serweriya xwe [mulk.], pêwistî bi hêzê-zorê heye. Ev yek jî ancax bi mermaltiya ku armanc û mebesta wê serwerî û milk e, bimefer e. Ji ber vê yekê jî, ji bo serweriyek, heta pêxemberî an bîrdoziyek bighêje serkeftin û serfîraziyê, berêberê bi hêza giyanê mermaltiyê ve girêdayî ye.” Tê fêm kirin ku li gorî Ibn. Xeldûn, ji hêla pêwstiya bi vê hêzê ve, di navbera pêxember û tevgerên ku peyameke xwedaî hilnagrin de tu cudahî tuneye.

Di Netewebûnê de Hêza Mermaltiyê li Gorî Pîvanên Xwedaî

“Gotina cenabê Pêxember: ‘Xweda, tu pêxemberê ku ji gelê xwe parastin-piştgirî nestendibe-nestîne neşiyandiye.’ jî vê dîtine-rastiyê piştrast dike.” Jixwe di jiyanê de jî, di danezana pêxembertiya xwe de, li himber zorçoyî û astengên kafiran, timamê pêxemberan xwediyê parastineke rehperestiya êlî [heseb.], mermaltî û şiyan [şewket.] bûne.”  û lava û tikaya cenabê Pêxember: “Ya Rebî! Tu, ji her du Umeran (Ebû Cehil bn. Hişam an Umer bn. Xettab) bi yekî alîkariya îslamê bikî!”  jî, vê dîtinê destek dike.
Heseb [parastina rehperestiya êlî] û şewket [mermaltî û şiyan] a ji esebiyetê- mermaltiyê ji beriya îslamê jî hebû, lê pêxember, li gorî bingehên peyxamî mermaltî, bi maneyeke din avakir û danasandin.
“Bi vî awayî çawa ku mermaltiyê, ji bo bi serketina pêxember, di riya pêxember re ji bo bi serketina dîn navgînî kiriye her wiha pêxember û dîn jî di temtêl, naverok û maneya mermaltiyê de guherîn û lêzêdeyî kiriye. Mermaltiya ku ji hêla hovanetiyê alîkariya berjewendiyên madî bû, guherand-idealîzekirin bi bal belavkirina doktrînên dînî, derxistin û bilindkirina heqîqetê û avakirina civakeke hê baştir…”

Beriya Pêxemberê me jî mermaltî û mafê mermaltiyê hebû.

Lê bi şêwazeke cuda hin mafên cuda dihundirand. Li gorî risteke ku isnadî Cundeb bn. Enber bn. Temîm tê kirin de, wiha hatiye vegotin: “Çi zalim be, çi mezlûm be, alîkariya birayê xwe bike!”  Bi derbasbûna zeman vê ristê di nava gotinên pêşiya ê ereban de cih girt û bû mîna zagoneke nenivîsi… Rista Asla' bn. Ebdullah; “Dema birayê min li civatekê neheq be û ez alîkariya wî nekim, dema neheqî lê were jî alîkariya wî nakim”  Şairekî din dibêje ku; “Birayê te ê rastîn bi te re tevdigere, heke tu zalim be ew jî bi te re dibe zalim”. Çend mînakên nêrîn û dîtina mermaltiya dema cahiliyetê ye.
Lê islamiyêtê maneyeke din daye vê nêrînê. Ji ber ku ev mermaltî, li ser bingeheke neheq be jî alîkariya mermal û neteweya xwe bû’ ava bûbû.

Li gorî ku Câbir (x.r) radigihîne, ji Muhacir û Ensaran du xortan pevçinîn û li gorî kevneşopa dema cahiliyetê gazî hevalbendên xwe kirin, hewarî-gazî xwestin. Vî got “ Heware gelî mihaciran” wî got “Heware gelî ensaran!”

Pêxember (s.) ji vê meselê agahdar bû û got, “ Ev çi rewş e! Doza cahiliyê ye?” Bi her du aliyan re aciz bû. Piştî bi hurguliyên meselê hesiya, rista dema cahiliyetê “Çi zalim be, çi mezlûm be, alîkariya birayê xwe bike!” xwend û got: “Alîkariya zalimî, li himber hatina zilma wî ye, nehiştina kirina zilmê ye” û bi vê raweyê wate û naverokeke nuh da yê.

Divê nêrîn û tevgera mermaltiya misilmanan li gorî vê raweya pîroz be. An na dê mermaltî bibe ew nijadperesiya ku Xweda û pêxemberê Xweda lanet lê aniye.

Hezjêkirina neteweya xwe, di dema mexdûrketina wî de alîkirina neteweya, li pişt rawestana/derketina di dema mafdariya wî de, rawastandin û vegerandina di dema bêmafiya wî de; ji kar û şanê kesên bi rûmet e, lê nijadperesî-nijadparêzî; ji kar û şanê kesên bê rûmet e.

Seyid Ehmed Erwasî gotiye ku; radset kirna-spartina milet, bi bal kadroyên ji bîr û baweriya neteweyî bê par in, bêbextî, xinizî û îhanet e.

Di Netewebûnê de Hêza Mermaltiyê û Serpêhatiyên Dîrokî

Dema em li derûdora xwe dinêrin, em bandora vê xalê gelekî bi vebirî, dijwarî û tundî dibînin. Li erdnîgariya ku em lê dijîn ev xal, xaleke gelek giring e.

Di vê mijarê de Imperetoriya Osmaniyan jî gelek bi bandor e. Ji ber ku ew jî yek ji wan imperetoriyên ku bingeh mermaltî ye/malbat e. Heta nimûneyên mîna serdarî û dewleta Fatimî, Selçûqî, Biweyhî, Zengî, Merwanî, Eyyûbî û gelek mînakên wek vana di dîrokê de heye. Divê meriv li ser vê xalê xweşik bifikire.

Divê Kurd jî hêza malbatî û eşîrtiyê binirxînin. Mînak wek malbata Barzaniyan. Divê Kurd, nirxê malbatên wiha bizanibin û binirxînin. Di riya serxebûnê de, ji bo lidorkombûnê bi karanîna nirxên wiha çawa nirxdar be, her wiha parastina vî nirxî ji hêla keseyatên wan malbatan jî gelek giring e. Divê ne ji bo berjewendiyên keseyatî û ên malbatî were bikaranîn. Belkî ji bo berjewendiyên neteweyî were bikaranîn. Divê malbatên wiha him nirx bin him jî zirx bin!

Divê berî her tiştî meriv dîroka xwe bizanibe û bi zanînê tenê neyê ser, jê aqil jî bigire… Divê em li dîroka xwe binêrin. Tiştên di dîrokê de bi serê bavûkalên me de hatin û îroj sedemên neçarîya me nin. Divê em bizanibin ku ka kî, ji bo çi, çi tevgerê dikin. Divê tevger û hişekî neteweyî çêbibe. Divê berjewendiyên neteweyî werin parastin û berçavkirin û li gorî wê têgihiştinê bertek bên nîşandan û tevger bên kirin. Kes ne berketiyê me ye.

Jixwe ên îroj serdest in, misyon û vîzyonên wan li gorî berjewendiyên milî-neteweyî ne. Her wiha dost û dijminên wan jî wiha tên diyar kirin. Dibe ku kes an dewletên duhî dost bin îroj dujmin bin û berovajiyê wê. Ango heta berjewendiyên serdestiya wan bibersivîne dost in. Çendî ev tişt bêrewiştî be jî, rastiya serdema me ev e. Kurd dibêjin sînorê xurtan tune ye.

Ji bo çarenûs û bi destxistina mafên neteweyî; helbet civîn û peymanên navneteweyî gelek giring in. Lê ez vê yekê tenê têrker nabînim. Yekbûn; çare, derman û hêviya herî mezin e. Hêz, bi yekbûn û yekîtiyê ve girêdayî yê…

Ji ber vê yekê jî dixwazim xetere û metirsiyekê ji dirokê bînim ziman: Komara Kurdistanê ku di sala 1946’an de bi piştgiriya Rûsan ava bû û paşê jî ji ber xwe paşde dayina Rûsan wêran bû mînakeke balkêş û bi êş e.

Dixwazim, çimaya bi navkirina min a ku vê komarê bi Komara Kurdîstan ne bi navkirina Komara Mehabadê vebêjim. Mahabad paytexta vê komarê ye. Ma nuka kes dibêje komara Enqerê… Komara Bexda an Tehranê… Ev komar, di hemû belgeyên fermî de wek Komara Kurdistan derbas dibe, lê di bilêvkirina bi ‘Komara Mahabadê’ de nêrîn û nêzîkbûneke çewt û neyînî heye… Wek kêm dîtin û herêmî dîtin… Ev komara-dewleta ku yanzde heyva jiyaye, ji hêla Koma Miletan-Neteweyên Yekbûyî ve nehatiye nasîn. Çima? Divê em her kesek li bersiva vê çimayê bigerin.

Avakerê vê komarê pêşewa Qazî Mihemed jî wiha dibêje: “Sembola serkeftina her netewekê hevgirtin û yekbûn e."

Ji bo rastiya me di bîra me de bîne, min xwest ez vê têbiniya ku mirov difikirîne bi we re par ve bikim.

Rîwayet e, tê gotin ku di 1975an li başûrê Kurdistanê piştî têkçûyîna paşîn ya hereketa bi rêberiya Mele Mistefa Barzanî, di 1976an de ev hereket dîsa xwe dide ser hev û biryar distîn da doza Kurdistanê bigihîne Neteweyên Yekbûyî (NY.)
Li dewleteke ku rasterast têkiliya wê bi dewletên ereban re tune lê herweha endama NY digerin. Dema li ser erndigariya-nexşeya dinyayê dinêrin, ji Îzlandayê çêtir dewleteke din nabînin. Di encamê de têdigihêjin ku têkiliya vê dewletê rasterast bi dewletên ereb re tune ye. Bi rêvebirên vê dewletê re hevdîtinan pêk tînin. Di van hevdîtinan de, jê daxwaz dikin ku hewara doza Kurdistanê bigihîne NY. Rêvebirên vê dewletê dibêjin; “Em doza we nas dikin. Hûn mafdar in. Û di vê doza xwe de hûn heq in, rast in, mafdar in. Rast e, rasterast têkiliyeke me bi dewletên ereb re tune ye, lê aborî-ekonomiya me ya bingehîn li ser masîvaniyê ye. Em û dewletên Îskandînav cîranên hev in. Û wek hûn zanin em bi van dewletan re di nav danûstendineke ticarî de ne. Têkiliyên dewletên Îskandînav û ereban jî hene, loma jî heger em tiştekî weha bikin, dewletên ereb ê bi ser dewletên Îskandînav de herin û dewletên Îskandînav jî ew ê nikaribin li hember vê reaksiyonê bisekinin ji ber hesasbûna van têkiliyan û navbera me û dewletên Îskandînav xera nebe, em ê nikaribin doza Kurdistanê bigihînin NY.”

Mirov tenê bi dîroka xwe zanibe, têrê nake. Divê mirov ji dîroka xwe dersê werbigire û li gorî wê rastiyê siberoja xwe ava bike. Divê ev yek xweş were dîtin û nirxandin. Divê tevger, danûstandin li gorî vê rastiyê were meşandin…

Çawa ku Melayê Cizîrî dibêje; “Firset ku hat muhlet li nik heram e * Min umrê Nûhê nîne saqî were bi lez xweş.”

Digel ku têkiliyên nav dewletî û nav neteweyî pêwîst û giring e jî lê dîsa divê firsendên wiha ji dest neyê berdan û ne li gorî berjewendiyên rêxistinî, belgo divê Kurd, li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigerin.

{ Serokê OHAK-DERê M. Burhan Hedbi }
Di Netewebûn û Dewletbûnê de Hêza Mermaltiyê Reviewed by ZEReditor I on 12.2.17 Rating: 5 Li gorî min di warê netewebûn û dewletbûnê de hêza mermaltiyê [eqrebe] gelek giring e. Ji ber vê y...

Hiç yorum yok:

8 yorumlama seçiminden birini seçerek yorum yapabilirsiniz. En kolayı; YORUMLAMA BİÇİMİ'nden ADI / URL seçimine tıklayın. AD bölümüne sizi ifade eden bir ad yazın URL bölümünü boş bırakabilirsiniz, veya sosyal medya hesabınızın adresini yazabilirsiniz. YORUM YAZIN ÇÜNKÜ DÜŞÜNCELERİNİZ BİZİM İÇİN ÖNEMLİDİR, OKUYUCULAR HABER OKURKEN FARKLI GÖRÜŞLERİ DE MERAK EDİYOR.

Ads[no]

Haberler, Musul Operasyonu, Musul, Rakka Operasyonu, Rakka, Fırat Kalkanı, Operasyon, Fırat'ın Gazabı,Son Dakika, güncel, spor, eğitim, magazin, Türkiye, Kürdistan, Kürtler, Barzani, Futbol, Basketbol, Dersler, Film, Sinema, Dizi, İzlemek, İzle, Peşmerge, PKK, YPG, KDP, PYD, YNK, Goran, AKP, DAEŞ, IŞİD, DAİŞ, Terör, Çatışma, Savaş gibi konular Zernews'te yayınlanıyor.

Diller, Kürt ve Kürtler, dil, kültür, sanat, Kürt dili, Kürt Kültürü, Kürt edebiyatı'nın yanı sıra Erbil, Duhok, Süleymaniye, Diyarbakır, Mahabad, Qamişlo, Rojava, Kuzey, Güney, Rojava, Batı, Doğu, Rojhilat Kürdistanı haberleri ve makaleler, yazılar ZERnews web sitesi'nde yayınlanıyor.

Nerinaazad, ANF, ANHA, Kurdnewshaber, Rudaw, K24, Kurdistan24, Bashaber, Bas-Haber, Basnews, CNN, NTV, Rojnews, Nuçe TV, Mednuçe, Denge TV, ZER TV, Zer, Azernews, War TV, Warmedia, Waar, TV, Canlı Yayın, Video ile ilgili konular ZERnews'te.

Beluc, Beluclar, Belucistan, Pakistan, Hindistan, Afganistan, Ortadoğu, Batı, Avrupa, Amerika, ABD, Asya, Afrika, Filistin, İsrail, Suriye, İran, haberlerini okumak için bizi takip edin.

Teknoloji, telefon, bilgisayar, kulaklık, dijital dünya, Facebook, Twitter, Google+ , Insragram ile bizi takip edebilirsiniz.